LI HERÊMA BOTANÊ XEBATÊN LI HEVANÎNA 2 MALBATAN
KCD Û DBP’Ê LI NAVÇEYA ELKÊ DU MALBAT XWÎNDARÊN HEV LI HEV ANÎN
Ev demeke li bakurê Kurdistanê şandeyek ji siyasetmedarên kurd bi gel re hevdîtinan dikin.
Şandeya ku ji Hevserokê KCD, DBP, DTK û Parlementerên HDP’ê pêk dihat li navçeya Elkê bûn.
Şandeyê serdana gundê Pîrosa yê girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê kir.
Armanca şandeyê li hevanîna malbatên Yîgît ên xizmên hev bûn..
Beriya 3 salan di navbera malbatan Yîgît ên xizmên hev de hisumetek derketibû û ev hisumet navbeykariya Şandeya Siyasetvanên Kurd bi merasîmekê bi dawî bû.
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz, Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê , Meclisa Dayikên Aştiyê û Tevgera Jinên Azad di merasîmê de amade bûn.
Di merasîmê Parlementerê HDP’ê Hasan Ozgûneş axivî û bal kişand li ser girîngiya aşitiyê.
Piştre jî Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz axivî.
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî qala wate û girîngiya tifaqa kurdan kir.
Piştî axaftinan her du endamên malbatê li hev hatin û xwarina aştiyê hat dayîn..