LI GURGUMÊ DESTAVÊTINA BI KOMÎ
BI QEDERÊ 2 SALAN DEST AVÊTINE ZAROKEKE PÊŞÎ 14 SALÎ BÛ
Bûyera destavêtinê li navçeya Gurgum Elbistanê pêk hatiye.
Zaroka bi navê B.K. ku niha 16 salî ye bi qederê 2 salan bi awayekî sîstematîk bi komî dest avêtinê.
Zaroka 16 salî tişta bi serê wê de hatiye li emniyetê vegot û giliyê tecawuzkaran kir.
B.K’ê dema îfade da, diyar kir ku şexsê bi navê S.K. ê 19 salî beriya bi du salan hin dîmenên wê kişandine.
Piştre jî bi van dîmenan gef lê xwarine û dest avêtiyê.
Li gorî navên B.K’ê dane 13 kes hatine binçavkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku bûyerên destavêtina komî di van salên dawîn de bi taybetî jî li bajarên bakurê Kurdistanê, bi destê karmend, polîs û eskerên dewleta tirk ve li dijî jin û zarokan zêde bûne.