LI ENQEREYÊ DÎPLOMASIYA QIRÊJ
ŞEFÊN EWRÛPÎ BERÊ XWE DIDIN QESRA ERDOGAN
Serokê Asambleya Parlemenî ya Konseya Ewrûpayê Rik Dams, ev 2 roj in li Enqereyê ye.
Dams li Enqereyê bi 4 wezîrên hukumeta Tirk re hevdîtinan pêk anî.
Di malpera asambleya parlementeran de jî agahiyên hevdîtinan cîh girtin.
Doh ji nişkave hat ragihandin, Dams wê li Enqereyê biçe serdana Erdogan jî.
Lê di derbarê sebeba vê hevdîtinê de tu agahî nehatin parvekirin.
Serokê Asambleya Parlemenî ya Konseya Ewrûpayê Rik Dams, hinekî bi muxalefetê re rûnişt, weke HDP’ê.
Hêjayê gotinê ye, her du şefên komîsyon û konseya Ewrûpayê Ursula Von der Leyen û Charles Michel wê di 6 Nîsanê de werin Tirkiyeyê û bi Erdogan re hevdîtinekê pêk bînin.
Bi vê tûra dîplomasiya dawî, Ewrûpa careke din nîşan dide, ew ji bo domandina têkiliyên qirêj bi dewleta Tirk re xwedî biryar e.