“GERÎLA GEL E, GEL LI VIR E”
LI GELEK DEVERÊN BAKÛR-ROJHILATÊ SÛRIYÊ DAXÛYANÎ HATIN DAYÎN
“Gerîla Gel e, Gel Li Vir e”
Bi vê dirûşmê li gelek navçe û bajarên Rojava û BakûrRojhilatê Sûriyê êrîşên artêşa tirk a dagirker, li dijî herêma Gare bi daxuyaniyan hatin şermezarkirin.
Malbatên şehîdan ên herêma Cizîrê û malbatên gerîla li Goristana Delîl Saroxan a Qamişlo daxuyanî dan.
Endama meclisê Necah Silêman daxuyanî xwend û diyar kir ku li hemberî berxwedana bêhempa ya gerîlayên HPG’ê têk çû û wê careke din jî têk biîe.
Dayikên şehîdan û saziyên civaka sivîl ên li navçeya Dêrikê jî, bi daxuyaniyeke êrîşa li dijî Herêma Gare şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe dixwazê komploya 15 sibatê berdewam bike.
Li navçeya Til Hemîsê jî endamên Tevgera Civwanên Şoreşger daxuyaniyek dan.
Atallah El-Sebi daxuyani xwend û destnîşankir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên hovane ew ê berxwedana xwe bidomînin.
Bi dehan ciwanên Tebqayê jî bi daxuyaniyeke hersê xwe ya li dijî êrîşên dewleta tirk anîn ziman.
Endamê Meclisa Ciwanan a Reqayê Ehmed El-Hesen jî, li ser navê meclisê daxuyaniyek da û êrîşa dewleta Tirk a dagirker şermezar kir.
Ciwanên li Girkê Legê û Minbicê jî bi daxuyaniyekê seferberî ragihandin.