DI NAVBERA PÊŞMERGE Û ASAYIŞA BAŞÛR DE PEVÇÛN DERKET
DI PEVÇÛNÊ DE KARMENDEK MIR Û 5 KES JÎ BIRÎNDAR IN
Li Silêmaniyê, di navbera hêzên asayîş û pêşmergeyên Herêma Kurdistanê de, şer derket.
Li gorî agahiyan, endamên asayîşa Tasluce, ji hêzên pêşmergeyan daxwaz kir ku nasnameyên xwe nîşan bidin.
Lê tê gotin ku berprisek pêşmergeyan nasnameya xwe nedaye û piştre di navbera wan de şer derketiye.
Di encama şer de karmendê asayîşê yê bi navê Şaxewan Ehmed jiyana xwe ji dest da û 5 karmendên asayîşê jî birîndar bûn.