8’Ê ADARÊ ROJA JINAN A CÎHANÊ
LI WARGEHA ŞEHÎD RUSTEM CÛDÎ PÎROZBAHIYA GIRSEYÎ
Li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê pîrozbahiyek girseyî ya 8’ê Adarê hat lidarxistin.
Bi hezaran jinên wargehê tevî zarokên xwe beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Tevahiya jinên Mexmûrê bi cil û bergên xwe yên gelerî beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Piştî rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê, Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê Fadîle Tok axivî.
Pîrozbahiya li vir bi gerandina govendê bi dawî bû.
8’Ê ADARÊ ROJA JINAN A CÎHANÊ
LI GELIYÊ KERSÊ YÊ ÇIYAYÊ ŞENGALÊ XEMLA JINA ÊZÎDÎ XWE DA DER
Geliyê Kersê yê çiyayê Şengalê.
Bi sedan jinên Êzidî ji Şengalê, navçe û gundewarên wê bi cil û bergên xwe yên Gelerî berê xwe dan Geliyê Kersê ji bo 8ê Adarê.
Piştî rêzgirtinê bernameya pîrozbahiyê dest pê kir.
Di pîrozbahiyê de li ser navê YJŞ’ê û TAJÊ’ê axaftin hatin kirin.
Li vir jî pîrozbahiyê heta danê êvarê dewam kir.
Wekî din li Silêmanî û navçeyên wê 8’ê Adarê ji aliyê sazî û rêxistinên jinan ve biçalakiyên cihêreng hat pîrozkirin.
Li Helebce jî li rex vekirina pêşengeheke şêwekariyê, jinan şitlên daran çandin.