Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê: Ji bo sedsala 21’an bibe sedsala jinê hêviya me mezin e 08.03.2021

 

JI JINÊN GIRTÎ PEYAMA 8’Ê ADARÊ
GIRTIYÊN PAJK Û PKK’Î: JI BO SEDSALA 21’AN BIBE SEDSALA JINÊ HÊVIYA ME MEZIN E

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyaniyek weşandin.

Girtiyên azadiyê di destpêka daxuyaniyê de îşaret bi berxwedana li zîndanan kirin û ev peyam dan:

Em jinên PKK û PAJK’î yên dildarê azadiyê, ku li zindanan bi rengekî mezin li ber xwe didin, bi wesîleya 8’ê Adarê bi hezkirin Rêberê xwe silav dikin ku bi keda xwe ya bêhempa jinên kurd ên têkçûyî ji nû ve rakirin ser piyan û bi sebreke mezin gihand vê serdemê.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku heta dawî li pergala tecrîdê bînin wê çalakiyên xwe dewam bikin û diyar kirin ku ew ê bibin hevrêyên Rêbertî.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku jinên ku bi rengekî rêxistinî û xweparastî li ber xwe didin, têdikoşin wê teqez bi ser bikevin.

Di daxuyaniyên de Pêngavên Azadiyê ku ji aliyê KCK û KJK’ê hatine ragihandin jî hat bibîrxistin û daxuyanî wiha dewam kir:

Em bi navê kadroyên PKK û PAJK’ê li zîndanan heta tecrîd bi dawî bibe em ê çalakiyên xwe dewam bikin. Dema ku me pêngav gihandin mexsedê wê hingî em ê bibin hevrêyên Rêbertiya xwe.

Jinên girtî di dawiya daxuyaniyê de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anîn û wiha hat gotin:

Em 8’ê Adarê li dayikan û jinên kedkar ên li Kurdistanê pîroz dikin.
Ji bo sedsala 21’ê bikin sedsala jinê, îdîa û hêviya me mezin û xurt e. Serketin her tim a berxwedêran e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv