Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Fransayê rewşa awareta li dijiî êrîsên terorê bilind bû

 

Civaka Fransayê ku hê ji bandora serjêkirina mamoste Samuel Paty xelas nebûye, doh bi êrişeke din a hovane şoq bû.

Li bajarê Nîsê, êrişkarê li ser sê kêr û Qur’anek hebû ket dêra Notre Damê û sê kesî kuşt.

Di nava qurbaniyên de kesên serjêkirî hene..

Serok-komarê Fransayê Emmanuel Macron bûyerê weke “êrişeke Îslamîst a terorê” binav kir û hişyariya li welat derxist asta herî jor.

FRANSA HIŞYARIYA LI DIJÎ TERORÊ DERXIST ASTA HERÎ JOR

16’ê Cotmehê li paytexta Fransayê Parîsê, mamosteyê binavê Samuel Paty di encama êrişeke hovane de hare serjêkirin..

Piştî vê êrişê, Fransa li dijî derdor û komeleyên destekê didin Îslama Radîkal operasyon pêk anî bû bi deh kes hatin binçavkirin..

Di serî de dewleta Tirk, li hin welatên Ereb pêleke mezin a êrişkariyê li dijî Fransa û serokê wê Makron destpêkir..

Ji ber vê sorkirina Erdogan û ya hin derdorên din, fikara pêkanîna êrişên nû li dijî welatiyên Fransayê zêde bû..

Û ev tirsa ji êrişên muhtemel, doh li Başûrê Fransayê pêk hat..

Li bajarê Nîsê li nava Dêra Noter-Damê û derveyê wê kesê êrişkar bi kêrê ket nava welatiyan..

Di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da û gelek jî birîndar bûn..

Di nava qurbaniyan de 2 jin hene..

Li gorî çapemeniya Fransî, kesê êrişkar li nava Dêrê jineke kuşt û paşê serê wê jêkir..

Piştî vê derket derve û li wir jî jinek û mêrke bi darbeyên kêrê yên dijwar kuştin..

Ji ber destwerdana polîsan, kesê êrişkar birîndar hate girtin..

ÊRIŞKAR ÎBRAHÎM EL IWEYSAWÎ JI TÛNISÊ YE

Divê navberê de çavkaniyek ji Rêveberiya Ewlekariyê ya Tûnisê eşkere kir ku kesê bi êrişê rabûye welatiyê wan ê 21 salî Îbrahîm El Iweysawî ye..

Li gorî çavkaniyê êrişkar di ser Îtalyayê re derbasî Fransayê bûye..

Polîsên Fransî jî piştrast kirin ku kesê li Nîsê êriş pêk anîye welatiyê ji Tûnisê ye..

Piştî vê bûyerê bi çend saetan, li bajarê Avîgnonê kesek dema xwe bi kêrê êrişî welatiyan bike, ji aliyê polîsan ve hate kuştin..

MACRON: LI DIJÎ WELATÊ ME ÊRIŞEKE TERORÊ YA ÎSLAMÎST PÊK HAT
Ji ber êrişa hovane a li Nîsê, li gelemperiya Fransayê alarma terorê di asta herî jor de hat ragihandin..

Şaredarê Nîsê Christian Estrosi bi daxuyaniyeke çapemeniyê êriş weke teror binav kir û got, kesê êrişkar piştî hate birîndarkirin jî çend caran liser heve gotina “Alahû Akber” qêriya..

Serok-komarê Emmanuel Makron jî piştî êrişê yekser çû serdana bajarê Nîsê û lêkolîn pêk anîn..

Makron li vir axaftinek kir û wiha got;

Li dijî Fransayê êrişeke terorê ya Îslamîst hate kirin. Ji ver vê xeteriyê em ê têkoşîna li dijî terorê bilidn bikin..

Serokê Fransayê anî ziman kiu wî ferman daye da ku tedbîrên li derdora Dêr û Dibistanan werin xurtkirin û hejmara eskerên dij-terorê jî were zêdekirin..

Serokwezîrê Welat Jean Castex jî bûyer weke êrişeke barbar binav kir û got, Roja Înê wê Konseya Parastina Netewî bui awayekî lezgîn kom bibe..

Di vê navberê de Vatîkan û gelek welatên cîhanê bi daxuyaniyan êrişa li Nîsê şermezar kirin û peyama piştigriyan ji Fransayê re dan..

Rêjîma Tirk a ku bi rojane civaka Îslamî û derdorên radîlak li hemberî Fransayê sor dike jî, qaşo îdîa kir ku ew ji ber êrişê xemgîn e..

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv