Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Çand Û HunerNûçeyên Dawî

Hunermendên Kurd li dijî alozî û şer daxwaza riya diyalogê kirin

 

Hunermendên kurd li dijî provokasyona PDK’ê li dijî qadên gerîla û metirsiya şerekî daxuyanî dan.

Hunermendan xwest pêşî li şerekî navxweyî were girtin û pirsgirêk bi diyalogan were çareserkirin.

Hunermendên ji çar beşên welat bi yek dengî xwest PDK dilê dijmin xweş neke.

Hunermendên kurd ên li dîasporayê li dijî provokasyona PDK’ê ku hêza xwe şandiye Garê qadên gerîla li Kolnê daxuyanî da.

Li ser navê hunermendan Hekîm Sefkan got ku ji welat agahiyên ku dilê hemû kurdan diêşîne tên

û ew jî weke hunermendên kurd ên ji çar beşên welêt xwestin helwesteke hevpar nîşan bidin.

Hunermendan diyar kir ku ji her kesî re diyar e, ev çend roj in,careke din nearamî û tevgerên ku tirsê bi xwe re tîne,li Başûré Kurdistanê rû didin.

Li ser navê hunermendan Şeyda Qeyûmî bi zaravayê soranî û Hekîm Sefkan jî bi kurmancî metna daxuyaniyê xwend.

Daxuyaniya hunermendan destpêkê bi zaravayê soranî hat xwendin;

Piştî Şeyda Qeyûmî îcar Hekîm Sefkan jî daxuyaniyê bi kurmancî xwend.

Piştî daxuyanî hat dayîn hunermedan yek bi yek bang li PDK’ê kir û jê xwest rêya diyalogê esas bigre.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

11:00 Rabori Mahsum Gabar 21.09 2022

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv