Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Ewrûpayê mexdûriyeta penaberên Kurd

 

LI EWRÛPAYÊ MEXDÛRIYETA PENABERÊN KURD
ALMANYA DIXWAZE RUZGAR MUTLU VEGERÎNE CIZÎRÊ

Ruzgar Mutlu ji Cizirê ye.

Beriya 3 salan neçar ma were Almanyê serî li penaberiyê bide, lê ev mafê wî hat red kirin.

Hukumeta Almanyê niha dixwaze wî vegerîne Kurdistanê.

Ruzgar ji ber rewşê gelek aciz e û dibêje:

Dewleta tirk niha li Cizirê zexta sixuriyê daniye ser malbatê. Ji ber hovitiya ku li Kurdistanê li ber çavên min qewimî niha tedaviya psikolojik dibînin, lê dewleta Alman ji min dixwaze ez dîsa vegerim nav wê atmosferê.

Ruzgar Mutlu bibîr dixe ku ji malbata wî Abdullah Mutlu 10ê sibata 2016an di jêrzemînên Cizîrê de hat şewitandin.

Dîsa Songül Mutlu weke gerillayeke YJA-Starê 6ê mijdara 2020an şehîd bû.

Gelek ferdên din ên malbatê de jî di zîdanê de ne.

Ruzgar Mutlu dide zanin dema ew biçe Tirkiyê ji ber dozên ku derheqî wê de vebûne ewê di cih de were girtin.

LI EWRÛPAYÊ MEXDÛRIYETA PENABERÊN KURD
LI ROMANYAYÊ, JI SERBEST DERÎN AGAHÎ NAYÊ GIRTIN

Ji aliyê din Romanyayê jî koçberê Kurd Serbest Derin radestî Romanyayê kiribû..

Tevî nerazîbûnan hemûyan jî Romanya ew radestî dewleta Tirk kir.

Ev çend roj bûn ku Serbest agahî nedihat girtin.

Parêzerê Serbest Derîn Huseyîn Bogatekin li ser hisabê xwe yê twitterê ragihand ku Serbest radestî Tirkiyê hatiye kirin û niha girtî ye.

Serbest li girtîgeha Metrîsê Tîpa T hejmar 1 de tê ragirtin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv