JI RÊBER APO AGAHÎ NAYÊ WERGIRTIN
MEHMET OCALAN: DEWLETÊ LI ÎMRALIYÊ LÎSTIKÊN QIRÊJ XISTINE DEWRÊ
Rêber Apo ev 22 sal in li Îmraliyê di tecrîdê de tê ragirtin.
Agahiya herî dawî 25’ê adarê jê hat wergirtin.
Birayê wî Mehmet Ocalan bi qasî 4 deqeyan pê re bi telefonê axivî.
Lê dewletê ev hevdîtin jî sabote kir û telefon qut kir.
Ji wê demê ve ye ji Rêber Apo agahî nayê wergirtin.
Li gel ku parêzerên Rêber Apo rojane serlêdanan jî dikin lê daxwaza wan tê redkirin.
Gelê kurd ji ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo di nava fikaran de ye.
Mehmet Ocalan îşaret bi rola Rêber Apo kir û got:
Ew nûner û Rêberê bi milyonana e.
JI RÊBER APO AGAHÎ NAYÊ WERGIRTIN
MEHMET ÖCALAN: DIVÊ DERIYÊN ÎMRALIYÊ DERHAL BÊN VEKIRIN
Mehmet Ocalan bal kişan ser berpirsyariya CPT û saziyên mafên mirovan.
Çareserî ne bi şer, bi rêya demokrasiyê çê dibe.
Mehmet Ocalan çalakiyiyên grevên birçîbûnê jî bi bîr xistin