Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Ewropa çalakiyên 1 Mijdarê roja cîhanê ya Kobanê

 

1’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Kobanê, li bajaren cûda yên Ewrupayê hate pîrozkirin..

Evder paytexta Elmanya Berlîn e.

Li Berlînê di çarçoveya pîrozbahiyên 1’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Kobanê de meş û mitîngeke girsehî hat lidar xistin.

Çalakî bi banga komên Enternasyonalîst û Meclîsa Gel a Kurd a Berlînê hat lidar xistin.

Meş heya qada mîtîngê bi coşeke mezin dewam kir.

Evder jî bajarê Oldenburg ê Elmanya ye.

Li Hambûrgê jî bi beşdarfiya Kurdistanî û dostên wan çalakî hebû.

Li qada bajêr a Heîlborn a Elmanyayê jî çalakiyek pêk hat.

Li bajarê Stuttgartê jî meşekî girsehî hat lidar xistin.

Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê jî 1’ê Mijdarê bi çalakiyekî hate peşwazî kirin.

Evder jî paytexta Îngîlîstanê London e.

Bi sedan Kurdistanî û dostên xwe 1’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Kobanê pêroz kirin.

Bi heman armancê li Paytexta Avûstûrya Viyanayê jî meşekî girsehî hat lidar xistin.

Li bajarê Hollanda Denhagê jî çîalakî hebû.

Li paytexta Swêd Stockholmê jî kurdistanî û Dostên xwe li SergelsTorgetê kom bûn.

Di daxuyaniyan de hat gotin ku 1’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Kobanê, ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû gelên herêmê rojeke pîroz e.

Bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li bajarê Sydney ê Awûstralyayê jî, Kurdistanî tevî dostên xwe çalakiyek lidar xistin.

Li paytexta Îtalya Romayê jî Roja cîhanî ya Kobanê li qada Pîazza Mîrtî hate pîroz kirin.

Di pîrozbahiyê de li ser navê rexistinen biyanî axaftin hatin kirin.

Evder jî bajarê Belçîka Antwerpen ê.

Roja cîhanî ya Kobanê hat pîrozkirin.

Devereke din a ku çalakî lê hebû, paytexta Danîmarka Kopenhagin bû.

Di çalakiyan de enternasyonalîstan peyama xurtkirina têkoşînê li dijî kapîtalîzmêû da.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv