1’ê Mijdarê roja Cihanî ya Kobanê li başûrê kurdistanê bi çalakiyên cuda hat pirozkirin.
Di axaftinan de bang li tevahî gelê kurd hat kirin ku bi ruhê têkoşina Kobanê yekitiya xwe avabikin.
Xwendaevanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê bi meşek girseyî 1’ê Mijdarê Roja cîhanî ya Kobanê piroz kirin.
Girseya Gel li ber Saziya Malbatên Şehîdan kombûn û ber bi Parka Şehîd Sema ve meşiyan.
Piştî rêzgirtinê Endama Koordînasyona Meclisa Îştar Fedîle Tok axivî..
Tok bang li tevahî gelê kurd û gelên azadîxwaz kir ku bi ruhê têkoşina Kobanê yekitiya xwe avabikin.
Pirozbahek li bajarê Silêmaniyê jî hebû.
Di pirozbahiyê de welatiyên ji her çar beşên Kurdistanê ama de bûn.
Pêşengtiya vê pirozbahiyê Nûnertiya Rojava ya li Başûr û Sekoy li dijî Dagirkeriyê dikirin.
Li ser navê Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Suriye ya li Başûr Mêrxas Hesen daxuyani xwend.
Di daxuyaniyê de di serî de Roja Kobanê ya Cihanî li gelê Kurd û hemû gelên azadîxwaz hat pîroz kirn.
Piştre li ser navê Sekoy li Dijî Dagirkeriyê Newzad Saleh daxuyani xwend.
Di daxuyaniyê de hate gotin; “Serkeftina Kobanî serkeftina îrade û baweriya gelê Kurd bû.
Li navçeya Ranyayê ji zarokên bi gotina sirûda netewî û stranan Roja Kobanê ya Cihanî hate pîrozkirin.