LI ELKÊ TEQÎN
TEQÎN DI DEMA DERBASBÛNA WESAÎTA POLÎSAN DE ÇÊBÛ
Li taxa Karşiyaka ya navçeya Elkê ya Şirnexê, di saetên şevê de, di dema derbasbûna wesayîta polîsan de, teqîn çêbû.
Piştî teqînê têkildarî mirî û birîndaran tu agahî nehatin bi dest xistin.
Lê gelek ambûlans sewqî cihê bûyerê hatine kirin.
Di heqê teqînê û hejmara mirî û birîndaran de rayedarên tirk ti daxuyaniyek nedan.
Li aliyê din, gelek polîs û esker sewqî cihê bûyerê hatin kirin, bi saetan li taxê lêgerîn pêk anîn.