Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Koma Parlemena Brîtanyayê APPG: ‘Divê hikûmeta Brîtanî PKK’ê ji lîsteya terorê derxe’

 

KOMA PARLEMENA BRÎTANYAYÊ APPG:
DIVÊ HIKÛMETA BRÎTANÎ PKK’Ê JI LÎSTEYA TERORÊ DERXE

Koma Parlementoyê ya Hemû Partiyan a Parlemena Brîtanyayê APPG ku komeke enformel e beriya bi demekê raporeke balkêş weşand.

Di raporê de ji hikûmeta brîtanî xwest; têkiliyên xwe yên bi dewleta Tirk re di ber çavan re derbas bike û PKK’ê ji lîsteya terorê derxe.

Kom bi bîr dixe ku bi zextên dewleta Tirk PKK bi sûcbariyên neheqe ketiye lîsteya terorê.

Koma APPG’ê xwestiye hikûmeta Qraliyeta Yekgirtî li paşeroja gelê kurd û gelên din ên li Tirkiyê bifikire û vê tespîtê dike:

Li dijî civaka Kurd a li Tirkiyê û rêxistingeriya siyaseta demokratîk zexta dewletê, êriş, komkujî û cezakirina bi komî heye.

Di raporê de tê bibîrxistin ku dewleta Tirk li Rojava û Başûrê Kurdistanê êrişî kurdan dike û ev êriş li ser civakên li herêmê û temamiya Rojhilata Navîn tesîreke nebaş dike.

Kom dixwaze hikûmet ji bo zêdetir binpêkirinên mafan pêk neyên zextê li dewleta Tirk bike û destekê bide rêxistinên siyasî yên Kurdan.

Di raporê de rol û rista Rêber Apo ya di pêvajoya çareseriyê de, berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakur û polîtîkayên qeyûmtiyê jî weke serenavên cuda cih digrin.

Kom her wiha di raporê de balê dikşîne ser zextên li ser HDP’ê û doza ji bo girtina wê hatiye vekirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv