“DEM DEMA AZADIYA RÊBER APO YE”
LI DÛÎSBÛRG, DRAGUIGNAN Û ZÛRÎHÊ BI HEZARAN AZADIYA RÊBER APO XWEST
TCŞ û TekoJIN li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê ji bo şermezarkirina komploya li dijî rêber Apo meşeke girseyî li dar xist.
Di meşê de ciwanên enternasyonlîst jî cîh girt.
Di çalakiyê de belavokên ku komploya 9’ê Cotmehê û bikaranîna çekên kimyewî li dijî gerîla vedibêje hat belav kirin.
Aktîvîstê TCŞ û TekoJIN’ê piştî meşê bi daxuyaniyekê diyar kirin ku ew ê ji bo pûçkirina komployê têkoşînê mezin bikin.
Ji bo Rêber Apo li bajarê Fransayê Draguîgnan ê jî Tevgera Ciwanên Şoreşger û TekoJIN’ê meşeke girseyî organîze kirin.
Di çalakiyê de hêrseke zêde li dijî dewleta Tirk a dagirker hebû û saziyên navnetewî jî ji ber bêdengiya xwe hatin şermezarkirin.
Li bajarê Zurîhê jî kurdistanî û dostên xwe li qadan bûn.
“DEM DEMA AZADIYA RÊBER APO YE”
ÇALAKIYAN KON YA LI BAJARÊ MINBICÊ DI ROJA 2AN DE DIDOME
Çalakiya kon a ji bo azadiya Fîzîkî ya Rêber APO li bajarê Minbicê jî ev 2 roj in bi biryardarî didome.
Beşdaran got, pêwîstiya herêmê bi fikirê azad ê rêber APO heye û bang li raya giştî ya navneteweyî kir ku zextê li rêxistinên hiqûqî bikin da ku erka xwe li hemberî rêbertiyê bi cih bînin.