HEVSEROKA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê BESÊ HOZAT
RÊBER APO TEVGERA AZADIYÊ Û GELÊ KURD BI TÊKOŞÎNA XWE KOMPLO PÛÇ KIRIN
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat ji Radyo Dengê Welat re axivî.
Besê Hozat destnîşan kir ku Rêber Apo bi têkoşîn û sekna xwe ya li Îmraliyê komplo pûç kiriye:
HEVSEROKA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê BESÊ HOZAT
HEDEFA PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ DE” BI AWAYEKÎ FIZÎKÎ AZADIYA RÊBER APO YE
Besê Hozat diyar kir ku îro li seranserê cîhanê derdorên xwedî wijdan, hêzên demokratîk û şoreşger jî daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo dikin.
Besê Hozat îşaret bi pêşketina pêngava “Dem Dema Azadiyê” jî kir.
Besê Hozat berxwedana li zindanan a ji bo azadiya Rêber Apo bi bîr xist û destnîşan kir ku berxwedana wan moraleke mezin da gel.
Besê Hozat diyar kir ku berxwedana li zindanan îro roj bi awayên cuda dewam dike, li gel di şertên îşkenceyê de, tên ragirtin jî sekn û helwesta wan xurt e û wê teqez bi ser kevin.