Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Dijî Gerîla Bikaranîna Çekên Kîmyewî

 

Li dijî gerîla bikaranîna çekên kîmyewî di rojeva cîhanê de ye.
Saziyên navnetewî ji bo pêşî li bikaraîna van çekan bigrin û ji bo dewleta tirk were cezakirin di nav hewldanan de ne.
Yekîtiya doktorên Navneteweyî ya ji bo Pêşîgirtina li Şerê Nukleerê jî yek ji wan saziyan e û rêvebera wê
Gisela Penteker nerazîbûn nîşanî hêzên cîhanî da û got: Bi dewleta tirk re ji bo ji holêrakirina PKK’ê şirîkatiyê dikin.

LI DIJÎ GERÎLA BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ
GISELA PENTEKER: HÊZÊN NAVNETEWEYÎ JÎ SÛCDAR IN ŞIRÎKATIYA DEWLETA TIRK DIKIN

Ji Rêveberên Yekîtiya doktorên Navneteweyî ya ji bo Pêşîgirtina li Şerê Nukleerê IPPNW Gisela Penteker
ji nêz ve êrişên dagirkeriya tirk li dijî kurdan dişopîne..

Gisela Penteker di heqê sûcên dagirkeriya tirk û çekên kîmtewî de nêrînên xwe eşkere kirin.

Rêvebera IPPNW’ê destnîşan kir ku çekên kimyewî di heman demê de çekên komkujer in û li ku derê were bikaranîn hemû kesên li wir dike hedef.

Gisele Penteker da zanîn ku ev çekên hanê di qanûnên navnetewî de jî hatine qedexekirin û wiha axivî.

Saziyên ku pêşî li bikaranîna van çekan digrin hene.

Weke mînak OPCW ji bo şopandin û pêşîgirtina van çekan heye.

Niha tam nayê zanîn ku li dinyayê di destê kê de ev çek hene.

Tê gotin di destê Esad de hinek heye. Em dikarin bibêjin bi Rûsyayê re heye.

Ez ne di wê baweriyê de me ku li Ewrûpayê depoyên çekên kimyewî heye.

Lê ji bo hilberandina van çekan jî hemû made tên peydakirin.

Di mînaka dewleta Tirk de jî tê dîtin ku hin dewlet ji bo wê madeyên kimyewî dişînin.

Gisele Penteker da zanîn ku li Almanyayê ev çek tên peydekirin, heta li cîhanê cara yekem jî ew bi kar anîne û got:

Îcar bala xwe bidinê, heke endameke NATO’yê ji me van çekên qedexe digre û pê şerê xwe dimeşîne ew ji bo me û hikûmeta Almanyayê jî berpirsyariyekê çêdike.

Li dijî bikaranîna van çekan me bi sazî û dezgehên mafê mirovan re hevdîtin kirin.

Lê em nikarin bi serê xwe biçin lêkolînan bikin.

Jixwe em biçin û hin delîlal bi dest jî bixin ev di qada navnetewî de wê neyên qebûlkirin.

Saziyeke navnetewî heye û ew mecbûr e lêkolînan bike.

Gisele Penteker îşaret bi berpirsyariya hikûmeta Herêma Federe ya Kuedistanê jî kir:

Di esasê xwe de hikûneta xwecihî jî dikare lêkolînan bike.

Yanî hikûmeta Bexdayê û hikûmeta Barzanî divê dewê li OPCW’ê bikin.

Lê nakin ji ber ku ew jî bi dewleta tirk re şirîkatiyê dikin û bi hevparî dixwazin PKK’ê tine bikin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv