Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gerîla li Zapê ji 5 Milan ve li Dagirkeran da

 

 

 

 

 

 

Gerîlayên HPG û YJA-Starê li Zapê li dijî dagirkeran operasyoneke şoreşgerî pêk anîn.
Gerîlayan ji 5 milan ve li dagirkerên li girê şehîd Mûnûr dan..
Di operasyonê de gelek dagirker hatin cezakirin û gerîla çûn ser cenazeyên 8 dagirkeran.
Her wiha gelek çek û malzemeyên leşkerî li ser kuştiyên dewleta Tirk rakirin.

GERÎLA LI ZAPÊ JI 5 MILAN VE LI DAGIRKERAN DA
HPG: GELEK DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN, GERÎLA ÇÛN SER CENAZEYÊN 8 DAGIRKERAN

Tevahiya sala 2021’ê gerîlayên HPG û YJA-Starê li dijî dagirkeriya Tirk bi têkoşîn û şerekî mezin rabûn.

Herî dawî di navbera 8 û 9’ê Kanûnê de gerîlayan li herêma Zapê derbeke giran li artêşa dewleta Tirk a dagirker dan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê bi daxuyaniyekê encama vê operasyona şoreşgerî ragihand.

HPG’ê berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriya Tirk bi bîr xist ev agahî da.

Bi pêngava şoreşgerî ya Bazên Zagrosê gerîla di navbera 8-9’ê Kanûnê de li qada girê şehîd Mûnzûr a Zapê, li dijî dagirkeran bi taktîkên dema nû yên gerîla pperasyoneke Şoreşgerî ya koordîneyî li dar xistin.

Gerîlayan ev operasyona şoreşgerî ji 5 milan ve pêk anî.

Destpêkê bi çekên giran derbên xurt li çeperên dagirkeran hatin xistin.

Piştre jî tîmên taybet ên gerîla ketin nava liv û tevgerê û ji 5 milan ve ve çeperên dagirkeran xistin kontrola xwe.

Tîmên profesyonel ên yekemîn û duyemîn nîvê şevê bi rengekî koordîneyî avêtin ser 2 çeper û kamelyayeke dagirkeran.

Baskê yekemîn, bi bombeyan û çekên ferdî li kamelyaya dagirker tê de bûn xistin.

Li vê kamelyayê 5 dagirker hatin cezakirin.

Gerîlayan li ser cenazeyên wan 2 çekên M-16, bombeavêjek, çekek BKC, çenteyek û gelek alavên leşkerî rakirin.

Baskê duyemîn ê çalakiyê jî bi bombeyên destan û çekên ferdî li 2 çeperan xistin.

Her du çeper bi temamî hatin îmhakirin.

Gerîla li vir jî çûn ser cenazeyên 3 dagirkeran..

Baskê sêyemîn ê çalakiyê jî di heman demê de li dijî dagirkerê li ser girê Şehîd Mûnzûr çalakî kirin.

Baskên çaremîn û pêncemîn jî li hedefên dedagirkerên li Kela Bêdewê dan û îmha kirin.

Di encama vê operasyona şoreşgerî ya serketî de gelek dagirker hatin cezakirin…

Gerîla çûn ser 8 cenazeyên dagirkeran..

2 çekên M-16, çekek bombeavêj, çekek BKC, çenteyek û gelek malzemeyên leşkerî rakirin.

Gerîlayên ku di operasyonê cih girtin beyî ku zirar bibînin vegeriyan cihên xwe..

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku gerîlayan en operasyona şoreşgerî di şexsê hevrêyên xwe yên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi çekên kîmyewî bi namerdane hatine şehîdxistin û rakirina tola hemû şehîdan pêk anî.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv