LI LONDONÊ DIBISTANEKE
LI DIBISTANA FIRAZ DAG ZAROK BI ÇANDA XWE MEZIN DIBIN
Dibistana Zarokan a Firaz Dag di bin banê Meclisa Gelê Kurd a Londonê xebatên xwe didomîne.
Li vê dibistanê zarok hem têkoşîna Firaz Dag û hem jî nirxên gelê xwe hîn dibin.
Dibistan di serdema şewba coronayê de navber dabû xebatên xwe.
Lê ji serê vê heftiyê ve xebatên xwe bi berfirehî didomîne.
Li vê dibistanê ji bo 30 zarokan ders tên dayîn.
Zarok li vir muzîk û folklora kurdî hîn dibin.
Li gel wê dersên matematîk û îngilîzî jî hene.
Ders rojên şemiyê di navbera saet 11.00-15.00’an de tên dayîn.
Mamoste Xecê Can diayr kir ku ew li wir xwedî wê keysê ne ku nirxên Firaz Dag di oxira wan de têkoşiya hînî zarokan bikin û got:
Em li vir hem nirxên xwe yên çandî bi pêş dixin hem jî xwedî li nasnameya xwe derdikevin.
Dayika şagirtê bi navê Ronî, Zelal Şahîn ji ber xebatan kêfxweşiya xwe anî ziman û got: Em hez dikin ku zarokên me bi çand û kultura xwe mezin bibin.
Lorîn Amedî şagirteke zîrek a vê dibistanê ye ew jî dibêje:
Em li vir gelek kêfxweş in. Mamosteyên me ji me re pir baş in. Em li vir Serok Apo nas dikin, Firaz Dag nas dikin.