QEYÛMÊN DAGIRKERIYA TIRK
QEYÛM LI CIHÊ TABELEYA KURDÎ YA BI TIRKÎ ÇIKAND
Li hemberî çand û zimanê Kurdî înkar û bêtehamûliya dagirkeriya Tirk didomin.
Li Farqînê di 2014’an de şaredariya ku ji aliyê gel ve hate hilbijartin, li rêya ketin û daketina navçeyê tabelaya “hûn bi xêr hatin ” bi kurdî – tirkî û ingilizî çikand.
Şaredariya di 2016’an de ji aliyê qeyûmê AKP’ê ve hat dagirkirin, bi dizî tabelaya Kurdî ji holê rakir..
Qeyûm li cihê tabelaya Kurdî , yeke tenê bi Tirkî çikand.
Qeyûmê AKP ev inkara Kurdî jî wek propagandayek li ser hesaba Twitterê ragihand.
Hevşaredarên Farqînê Naşide Toprak û Abbas Azizoğlu nerazîbûn nîşandan û li ser mijarê ev daxuyanî dan;
“Ne tenê îro bi salane Kurdî tûne dihesibînîn.
Di salekê de 3 caran dest danîn ser vîna Farqînê û wan jî heman saziyên çand, ziman û hûnerî girtin.
Ev inkar û bê tehamûliya hebûna Kurdan e.
Em vê pêkanînê qebûl nakin û şermezar dikin.”