LI DERSIMÊ TERORA POLÎSAN
ÇEK XISTIN SERÊ JINEKÊ Û GULE BERDAN HEWAYÊ
Ev dîmenê hovîtiya polîsên dewleta Tirk li Dersimê kolana Cumhuriyetê hatine kişandin.
Polîsên dewleta tirk, bi hinceta “bombeya zindiye” jina binavê V.Y a li duryana otobusan rawestiya bûbû, li erdê dirêj dikin.
Wê li erdê dirêj dikin, çekê dixin serê wê û guleyan berdidin hewayê û gotinên zayendî bikartînin. .
Li ser qîrîna jinê welatiyên derdorê nerazîbûn nîşanî polîsan didin.
Vê carê polîs ji bo welatiyên ku bi hewara V.Y ve diçin belav bikin ava îsotê bikar anîn û gule berdidin hewayê.
V.Y diyar kir, ku ewê giliyê polîsan bike.
Walîtiya Dersimê derbarê terora polîsên xwe de daxuyaniyeke sosret da û daxuyakirin ku di navbera polîs û V.Y de nîqaş derketiye û ji ber vê welatiyên derdorê jî weke bûyera tacîzê fam kirine.
Ev dîmenê terora polîsên dewleta Tirk jî li Batmanê hatiye qeydkirin.
Komek polîs û notirvanên dewleta Tirk zarokeke 15 salî dixin navbera xwe û bi awayeke hovane lê dixin.