Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dewleta Tirk 560 çete li herêma Rûbarok bicîhkirine

 

LI DIJÎ GERÎLA ÇETE TÊN RÊXISTINKIRIN
560 ÇETE LI HERÊMA RÛBAROK HATINE BICÎHKIRIN

Dewleta tirk li dijî gerîla êdî tevî hemû teknîk û piştgiriya hêzên navnetewî jî nikare pêş ve biçe.

Li herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê eskerên ku li lûtkeyên çiyê hatine danîn jî, ji ber êrişên gerîla bêçare mane.

Ji bo xwe ji vê rewşa kambax û rûreş xilas bike dewleta Tirk ji Lîbya û Sûriyê komên çete derbasî qada şer dike.

Ev çeteyên bi navê Artêşa Sûriya Azad hatine berhev kirin, piştî hevkariya li Bakur û Rojhilatê Suriyê niha ji bo li dijî gerîla şer bikin tên rêxistinkirin.

Li gorî agahiyên ku ji herême hatine bidest xistin, ji bo bi artêşa dagirker re tevbigerin 560 çete li bajarokê Rûbaroka Colemergê hatine bicîh kirin.

Ji bo heman armancê dewleta tirk beriya niha hezar çete li Başûrê Kurdistanê herêma Bamernê bicîh kiribûn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv