Li başûrê Kurdistanê hema bêje her rojê mamoste ji bo daxwazên xwe çalakiyan pêk tînin.
Piraniya mamostayên bi peyman li dibistanên Herêma Kurdistanê dersê didin jin in.
Lewma dema çalakî çêdibin, herî zêde jin xûya dikin.
Mamostayên jin daxwaz ji wezareta Perwerdê ya hikumeta herêma Kurdistanê dikin ku wan tayîn bikin.
LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ JI SEDÎ 70’Ê MAMOSTAYÊN DERSAN JININ
MAMOSTE JI BO TAYÎNKIRINÊ HER ROJÊ ÇALAKIYAN LI DARDIXIN
Li başûrê Kurdistanê 22 hezar mamosteyên ku dersan didin hene.
Sedî 70’ê van mamosteyan jinin.
Li seranserî herêma Kurdistanê nêzî 10 rojin mamostayên bi peyman ji bo werin tayînkirin li qadan in.
Mamoste diyar dikin ku heta bersiva daxwazên wan tê dayin wê li qadan bin û çalakiyên xwe berdewam bikin.
Yek ji navenda çalakiyên mamosteyan jî bajarê Silêmaniyê ye
Mamostyên ku beşdarî çalakiya doh a li Silêmaniyê bûne, anî ziman ku yên herî zehmetiyê dibînin mamosteyên jinin.
Her wiha mamosteyên jin dibêjin daxwaza wan a sereke ewe ku werin tayînkirin.