Îro Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay li navenda partiya xwe daxuyanî da çapemeniyê.
Ebrû gelek mijar nirxandin, lê yek ji mijarên li ser rawestiya, cezayê ku doh dewleta Tirk da Berdevka TJA Ayşe Gokkan bû.
BERDEVKA HDP’Ê EBRÛ GUNAY
LI NAVENDA PARTIYA XWE DAXUYANÎ DA ÇAPEMENIYÊ
Berdevka HDP’ê Ebru Gunay li navenda partiya xwe daxuyanî da çapemeniyê.
Ebrû Gunay, 30 sal cezayê dewleta Tirk da berdevka TJA Ayşe Gokkan, tezkereya şer û polîtîkayên xizaniyê, êrişên dewleta Tirk li ser Kurdistanê, qedexeyên li ser navenda çanda mezopotamya û êrişên li ser zimanê Kurdî nirxand.
Berdevka HDP’ê pêşî cezayê dewleta Tirk da Ayşe Gokkan nirxand û bi van gotinan helwesta xwe nîşanda.
Cezayên dan Ayşe Gokkan nîşana, polîtîkayên AKP-MHP’ê yên dijminahiya li jinê ye. Di hemû runiştinan de mafê xweparastinê yên Ayşe Gokkan hatin asteng kirin. Li salonên dadgehê êrişî parêzeran kirin.
BERDEVKA HDP’Ê EBRÛ GUNAY:
CEZAYÊ DAN AYŞE GOKKAN NÎŞANA DIJMINAHIYA LI JINÊ YE
Ebrû Gunay di axavtina xwe de îşaret bi têkoşerî û kesayeta Ayşe Gokkan jî kir.
Ayşe Gokkan li cihê lê bû, li dijî hişmendiya mêr a serdest û yekperest têkoşiya, di her şert û mercê de daxwaza jiyana azad qêriya. Ji ber wê em dibêjin biryara hatiye girtin dijminahiya li jina têkoşer e. Li dijî desthilata dijminê jinê ye, em vê dibêjin, em li ku derê dibin bila bibin, emê têkoşîna jinan mezin bikin.
Heta hevalên me yên dîl hatine girtin serbest werin berdan emê nesekinin. Li dijî hişmendiya mêr a serdest emê teqez jiyana azadîxwaz a jinê avabikin.