LI BALAFIRGEHA LEŞKERÎ YA BATMANÊ ŞEWAT
JI VÊ BALAFIRGEHÊ ÎHA Û SÎHA RADIBIN
Li balafirgeha leşkerî ya li Batmanê şewateke mezin derket.
Tê gotin, agir ji ber giyayê hişkbûyî ketiye û şewat mezin bûye.
Di dîmen de tê dîtin, ku agir bi qada leşkerî ya balafirgehê ketiye.
Ji ber vê şewata mezin, berê balafirên rêwiyan dan Mêrdînê û Rihayê.
Ji vê balafirgehê balafirên ÎHA û SÎHA jî radibin.
Ev balafir hem keşfê li ser çiyayên Kurdistanê dikin û hem jî bombeyan dibarînin.
Heta niha ji ber êrişên SÎHAyan gelek Kurdistanî şehîd bûne.
Ev der weke navenda Kontrolê ya balafirên bêmirov jî tê zanîn.
20’ê Gulanê Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal li vê baregeha artêşa Tirk dabûn.