Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dewleta Tirk li çiyayê Cûdî qira xwezayê tîne: Rojê 400 ton dar dibirin

 

ROJÊ 400 TON DAR DIBIRIN
LI ÇIYAYÊ CÛDÎ DEWLETA TIRK QIRA XWEZAYÊ TÎNE

Dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Kurd û erdnîgariya wî bi polîtîkayên qirkirinê radibe.

Di van rojên dawî de hem ji Başûr û hem jî ji Bakurê Kurdistanê nûçeyên birîna daran û bazirganiya wan tên.

Herî dawî jî ji Çiyayê Cûdî yê Şirnexê qirkirina xwezaya Kurdistanê hat ragihandin.

Çavkaniyên li herêmê ev agahî dan:

Li bajarokê Sêgirkê yê bi ser Qilebanê ve dar tên birîn.

Bi taybetî jî li herêma Besta Tîkera.

Ev hovîtiya li dijî xwezaya herêmê ji 25’ê Gulanê ve didome.

Bi qasî 70 cerdevan û kontra rojane 400 ton dar li herêmê dibirin.

Ji bo barkirina daran 30 traktor kar dikin.

Darên tên birîn pêşî dibin tabûra leşkerî ya artêşa Tirk a navbera Sêgirkê û Gundikê Melê.

Çavkaniyan ragihandin, ku li qadên Cifanê, Nerex, Gilindor, Nêveva, Sorbitnê, Bêşêrê, Gundikê Remo, Gurariştê, Gera Rûviya, Şikira Kera û Banê Elî dar tên birîn.

HPG’Ê HIŞYARÎ DABÛ
“EV SÛC BÊCEZA NAMÎNE, DIVÊ TI KES NEBE HEVKARÊ VÎ SÛCΔ

Dewleta Tirk ne tenê li Cûdî, li Eyaleta Xerza, herêmên Şêx Cûma û Şehîd Mizgîn ên Bedlîsê.

Dîsa li Metîna, Zap, Avaşîn, Xakurkê û Heftanînê jî qira xwezaya Kurdistanê tîne.

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihandibû, ku çete û kontrayên dewleta Tirk bi vî karî radibin.

Û ev yek weke sûcekî mezin bi nav kiribû.

HPG’ê wiha gotibû:

Ev sûc wê bêceza nemîne.

Divê ti kes nebe hevkarê vî sûcê talankirina erdnîgariya Kurdistanê yê dewleta Tirk.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv