LI BAKUR-ROJHILATÊ SÛRÎ PERWERDEHÎ
EZMÛNA QEBÛLKIRINA XWENDEKARAN PÊK HAT
Xwendekarên ku navê xwe ji bo zanîngehên Bakur-Rojhilatê Sûriyê qeydkiribûn, ketin ezmûna qebûlkirinê.
Hat ragihandin ku 3 hezar xwendekar li 13 navendan beşdarî ezmûnê bûne.
Wê li gorî ecmanên ezmûnê û pileya bawernameya amadehiyê xwendekar bên qebûlkirin.
Di 2’yê Îlonê de jî wê ezmûna ziman pêk were û encamên ezmûna giştî û ziman 9’ê Îlonê wê eşkere bibin.
Demsala nû ya xwendinê wê 10’ê Cotmehê dest pê bike.