BIRYARA UNICEF
BARÊ XEBATKARÊN AVÊ GIRAN KIRIYE
Piştî şêniyên Efrînê koçber bûn, UNICEF’ê ji bo wan depoyên ava vexwarinê li kantona Şehbayê danî.
UNICEF’ê zêdetirî 2 hezar û 400 metrekab pêdiviya avê dabîn dikir.
Lê ev rêje piştî 11’ê Tîrmehê, ji ber fişarên hikumeta Şamê û Rûsyayê, daket hezar metrekab.
Di encamê de şêniyên 38 gundan, 3 navçeyan û 80 hezar welatî, ji ava vexwarinê bêpar man.
Piştî vê biryara UNICEF’ê, 340 karkerên avê, 140 çavdêr, 167 ajokar û 24 çavdêrên jêderên avê, ji bo pêdiviya welatiyan çareser bikin rojane 17 saet dixebitin.