Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Amedê agirê Newrozê yê yekem hat pêxistin, banga berxwedanê hat kirin 13.03.2021

 

”ÊM BI AGIRÊ NEWROZÊ LI BER XWE BIDIN, BI SER BIKEVIN’
LI AMEDÊ AGIRÊ NEWROZÊ YÊ YEKEM HAT PÊXISTIN, BANGA BERXWEDANÊ HAT KIRIN

Newroz, hatina biharê û serî hildana li dijî zilma zalimane…

Weke her sal, îsal jî gelê Kurd û gelên li Rojhilata navîn roja nû Newrozê bi rihê berxwedanê pêşwazî dikin.

Ji niha ve li gelek deveran amadekariyên pîrozbahiya Newrozê tê kirin.

Newroza îsal bi şîara ‘Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, azad bibin tê pîrozkirin

Lê belê çavê herkesî li roja 21’ê Adarê ye.

Navnîşana berçav ku herkes li bendê ye Newroza Amedê ye.

Piştî Tifaqa Kurdistanî plansaziya pîrozbahiyan eşkere kir amedekariyên Newroza Amedê jî destpêkirin.

Komîteya Amadekar li Peyasê daxuyaniyek da.

Endama Komîteya amadekar Zelal Bîlgîn ji gel xwest ku bi rêhê berxwedanê beşdarî pîrozbahiya îsal bibin..

Hevserokê HDP’a Amedê Îrfan Soner jî da zanîn ku wan ji bo pîrozbahiyê serlêdan kiriye.

Piştî axaftinên hatin kirin, agirê Newrozê yê yekem li Amedê hat pêxistin û govend li dora agir hat gerandin.

”ÊM BI AGIRÊ NEWROZÊ LI BER XWE BIDIN, BI SER BIKEVIN’
KOMÎTEYA AMADEKAR BANGA TEVLÎBÛNA NEWROZA LI KELEHA WANÊ KIR

Navnîşaneke din a pîrozbahiya Newrozê dilê Serhedê Wan e.

Li Wanê jî pîrozbahiya Newrozê li kêleka keleha Wanê tê lidarxistin.

Komîteya amedekar derbarê pîrozbahiyê de daxuyaniyek da û banga tevlîbûnê li gelê Serhedê kir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv