Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Endama Komîteya Têkiliyên Derve ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Delîla Axîn: Gelek hêzên din li pişt peymana li ser Şengalê hene 13.03.2021

 

ÊRIŞKARIYA LI SER ŞENGALÊ
DELÎLA AXÎN: GELEK HÊZÊN DIN LI PIŞT VÊ PEYMANÊ NE

Çend roj berê hêzên Iraqê di çarçoveya peymana 9’ê Cotmehê de xwestin bikevin Şengalê û dest danin ser Asayîşa Êzidxanê.

Xelkê Şengalê li dijî vê hewildanê bi hemû pêkhateyên xwe ve nerazîbûn nîşan da.

Gel ji bo piştgiriyê bide Asayişa Êzdixanê û ev peymana îradeya wan tine dihesibîne ber bi konê çalakiyê ve meşiya.

Konê ku ev 102 roje li ber avahiya Asayişa Ezdîxê hatiye vedan bû navenda berxwedana gelê Şengalê.

Xelkê Şengal dijî peymana di navbera PDK û Bexdayê de hatî îmzekirin bi dirûşmeya “Em Hemû Asayiş in” çalakiya xwe didomîne.

Endamên meclîs û saziyên Şengalê jî serdana kon dikin û piştgiriya xwe ji çalageran re raber dikin.

Endama Komîteya Têkiliyên Derve ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Delîla Axîn li ser lihevkirina dinavbera Bexda û PDK’ê de axivî.

Delîla Axîn destnîşankir ku ji 9’ê Cotmehê ve Iraq dixwaze peymana li ser Şengalê bicih bike.

Axîn di axaftina xwe de da diyarkirin ku ev peyman bi erêkirina gelek hêzên din ve hatiye rojevê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv