Tevî bangan hemûyan jî her roj cenazeyên girtiyên siyasî ji zindanan derdikevin.
Ji bo balê bikşînin ser vê rewşê malbatên û xizmên girtiyan li Baroyên Amed û Wanê di çalakiyê de ne.
Malbat di çalakiyên xwe de bi israr in.
Lê daxwaza wan ji civakê ew e ku li dijî zilm û faşîzma li zindanan têkoşînê mezin bikin.
LI AMED Û WANÊ ÇALAKÎ
NOBETA EDALETÊ BI BIRYARDARÎ DEWAM DIKE
Çalakiya “Nobeta Edaletê” xizmên girtiyan li Baroya Amedê di roja 35’an de dewam kir.
Rêxistina şaredariya navça Amed Çêrmûkê ya HDP’ê serdana nobetê kirin.
Hevşaredar Berat Can di çalakiyê de destnîşan kir ku ew bi malbatên girtiyan re ne :
Ez dixwazim gotina xwe bi bîranîna Garîbe Gezer û hemû şehîdên girtîgehan re dest pê bikim.
Em hemû bi bûyerên rû didin re di ferqa pêvajoyê de ne.
Tecrîda li Îmraliyê tê dewamkirin li hemû girtîgehan jî dewam dike.
Ango ev pêvajoya di girtîhan de bandoreke mezin li ser civakê jî dike.
Me jî xwest em piştgirîyê bidin vê nobeta bi van sedeman hatiye destpêkirin.
Bê guman pêwîst e em bi serdanan re bi sînor nemînin.
Xizmê girtiyan çalakvan Fevziye Kolakan jî diyar kir ku ew ji bo êdî cenaze dernekevin 35 roj in di Nobeta Edaletê de ne:
Xizmên girtiyan li Wanê jî 11 roj in di çalakiyê de ne.
Malbatan diyar kir ku girtîgeh veguherîne ‘malên mirinê’ û gotin ji mirinên pêk tên Wezareta Karê Hundir, Wezareta Dadê û her wiha serokomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan berpirs e.
Xizmên girtiyan her wiha banga tevlibûna Nobeta Edaletê kirin.