Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Zîndanan Kuştina Girtiyên Siyasî

 

 

Li Zîndanên dewleta Tirk, li dijî girtiyên siyasî êrişeke bi pîlan di rojevê de ye..
Pêşî Garîbe Gezer, paşê Abdurrezak Suyur, Halîl Guneş, Salih Togrul û herî dawî jî Vedat Çem Erkmen.
Tenê di nava 10 rojan de 5 girtî li dindanîn dewlata Tirk hatin kuştin.

LI ZÎNDANAN KUŞTINA GIRTIYÊN SIYASÎ
HERÎ DAWÎ VEDAT ÇEM ERKMEN HAT KUŞTIN

Li zîndanên dewleta Tirk ji 9’ê Kanûnê ve êrişeke bi pîlan li dijî girtiyên siyasî di dewrê de ye.

Herî dawî girtiyê siyasî yê bi navê Vedat Çem Erkmen 19’ê Kanûnê li Zîndana Tîpa F ya Tekîrdaxê hat kuştin.

Mêtîngeriya Tirk cezayê muebeta giran û 374 sal, li Vedat birî bû.

Weke girtiyên din, rêveberiya zîndanê mîna ku wî dawî li jiyana xwe anî be, ji malbata Vedat Çem Erkmen re ragihand.

LI ZÎNDANAN KUŞTINA GIRTIYÊN SIYASÎ
DI 10 ROJAN DE 5 GIRTIYÊN SIYASÎ JIYANA XWE JI DEST DAN

Di 10 rojan de 5 girtiyên siyasî jiyana xwe ji dest dan.

9’ê Kanûnê girtiya siyasî ya timî dihat êşkencekirin Garîbe Gezer li zîndana Kandirayê hat kuştin.

14’ê Kanûnê Abdurrezak Suyur ê ji 1993’yan ve girtî bû û cezayê muebetê lê hatibû birîn, li zîndana Şakranê hat kuştin.

15’ê Kanûnê Halîl Guneş ê 29 salan li zîndanên dewleta Tirk dîlgirtî bû, li zîndana Amedê hat kuştin.

Û Salîh Togrul ê 18 sal li zîndanên dewleta Tirk hatibû êşkencekirin û nexweşiyên giran lê peyda bûbûn, şehîd bûbû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv