DIJMINATIYA LI GOR Û GORISTANÊN ŞEHÎDAN
LI 3 GORISTANÊN SERTÊ DI GORÊN BÊKESAN DE 200 CENAZE HENE
Hejmara gorîstanên bêkesan ên li bajarên bakurê Kurdistanê zêde dibin.
Hat diyarkirin ku li 3 goristanên Sêrtê, Zevye, Şêx Silêman û Şêx Mûsa 200 cenaze hene.
NÛNERA MEBYA-DER’Ê YA SÊRTÊ LEYLA OZALP:
“JI BO RADESTKIRINA CENAZEYAN BILA KOMÎSYONEK WERÊ AVAKIRIN”
Nûnera MEBYA-DER’ê ya Sêrtê Leyla Ozalp têkildarî mijarê axivî.
Leyla Ozalp destnîşan kir ku li gorî lêkolînen wan li ser hersê goristanan cenazêyên Gerîlayên HPG’ê ku ji sala 2006’an ve li herêmê jiyana xwe ji dest dane hene.
Leyla Ozalp ev bang li malbatên şehîdan kir.
Nûnera MEBYA-DER’ê Leyla Ozalp ji bo radestkirina cenazeyan xwest ji rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û hiquqnasan komisyonek bê avakirin.