Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Kedkar û karker li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê li dijî faşîzmê daketin qadan

 

1’Ê GULANÊ CEJNA KEDKAR Û KARKERAN
KARKER LI BAKURÊ KURDISTANÊ Û TIRKIYÊ LI DIJÎ FAŞÎZMÊ DAKETIN QADAN

Li Bakurê welêt kedkar û karker li dijî faşîzma AKP-MHPê û heqên xwe li gelek bajaran daketin qadan.

Pîrozbahiya li meydana Dagkapi ya Amedê ji aliyê polîsên dewleta Tirk ve hat astengkirin.

Li derdora qada mitîngê bi sedan polîs û wesaîtên zirxî hatin bicihkirin.

Li ser astengiyan nûnerên sazî û rêxistinan daxuyanî dan û peyama hevgirtinê dan.

Weke ya Amedê pîrozbahiya li Wanê jî hat astengkirin.

Polîsan destûr neda pîrozbahiya li parka Mûsa Enter.

Di axaftinan de zilma desthilatdariya AKP’ê ya li dijî kedkar û karkeran hat şermezarkirin.

Li Colemêrgê jî ji ber qedexeya çalakiyan a ji aliyê faşîzma AKPê ve sendîkayên kedê civîneke çapemeniyê pêk anîn.

Li Rihayê jî rêxistinên Kedê li qadan bûn..

Nûnerên rêxistinên kedê di mitîngê de peyamên mezinkirina têkoşîna li dijî faşîzmê dan.

Li Batmanê jî daxuyaniyek hat dayîn.

Di axaftinan de zilm û zora desthilatdariya AKPê ya li dijî kedkar û karkeran hat destnîşankirin.

Li Dîlok û Semsûrê jî pîrozbahî hebûn.

Kedkar û karkeran bi daxuyaniyêm çapemeniyê cejna xwe pîroz kirin.

Çalakiya li Dersimê jî li qada Seyîd Riza pêk.

Parlementerê HDPê yê Dersimê Alîcan Onlu di çalakiyê de axivî û 1ê Gulanê li kedkar û karkeran pîroz kir.

1ê Gulanê cejna kedkar û karkeran li gelek bajarên Tirkiyê jî hat pîrozkirin.

Pîrozbahiya li Stenbolê Kadikoy pêk hat.

Di axaftinan de li dijî polîtîkayên şer ên desthilatdariya AKPê nerazîbûneke zêde hebû..

Li Taksîmê jî şehîdên 1’ê Gulanê bi merasimeke girseyî hatin bibîranîn.

Li Mêrsînê jî kedkar û karkeran bi daxuyaniyekê cejna xwe pîroz kirin.

Di axaftinan de li dijî polîtîkayên faşîst banga mezinkirina têkoşînê kirin.

Li Izmîrê jî pîrozbahiya 1ê Gulanê hat lidarxistin.

Li vir jî polîtîkayên rejîma faşîst di hedefa nûnerên rêxsitinên Kedê de bûn.

Kedkar û karkerên li Edeneyê jî bi pêşengiya sazî û rêxistinên kedê daketin qadan.

Karkeran daxwazên xwe anîn ziman.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv