Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Leşkerên Tirk li ser sînor êrişî zarokekî û şivanekî kirin

Li navçeya Rûbarok a Colemêrgê, leşkerên Tirk êriş birin ser zarokekî û şivanekî û ew birîndar kirin.

Li navçeya Rûbarokê ya Colemêrgê şivanê bi navê Şahap Şendol ê 23 salî û Celîl Ekîncî yê 17 salî bûn hedefa leşkerên Tirk.

Li gorî agahiyan, bûyer li gundikê Çemêkurkê yê li gundê Haci Beyê roja 18’ê Gulanê saet di 07:00 de qewimî. Gundê Haci Bey li ser sînorê Başûrê Kurdistanê ye.

Şendol dema ku li pezê xwe yê windabûyî digeriya, Celîl Ekîncî jî dema ku bazirganiya çixareyan dikir bûn hedefa êrişa leşkerên Tirk.

Di encama vê êrişê de ku bêyî ‘hişyarkirinê’ hate kirin, her du kes birîndar bûn. Xelkê herêmê birîndar rakir nexweşxaneyek li Başûrê Kurdistanê.

Şendol ê ku ji destê xwe birîndar bû ji nexweşxaneyê derket, lê Ekîncî yê ku fîşek li zikê wî ket, hîn jî tê tedawîkirin.

SAÎT DEDE: KA MAFÊ JIYANÊ!

Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede jî dîmenê li ser birîndariya Celîl Ekîncî parve kir.

Di parvekirinê de Saît Dede got, “Ev dîmen careke din ji Rûbarokê ye, li ser xeta sînor du ciwanên me yên sivîl ên bêçek bi fîşekên leşkeran birîndar bûn. Ji dadgeriya ku kiryaran diparêze dipirsim; hûn li gorî kîjan qanûnan tevdigerin, ka mafê jiyanê!”

Kekê Ekîncî Reşat Ekîncî ji Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê re axivî û got, “Birayê min ê biçûk serê sibehê bi hestê xwe derbasî herêma Kurdistana Federe bû. Dûre di vegerê de, şivan Şahap Şendol ê heywanên wî winda bibûn û di heman demê de dibe xizmê me, dibîne û dixwazin bi hevre derbasî Tirkiyeyê bibin. Li ser rêya di vegera gund de, ji qereqolê beyî ku tu hişyarî bê kirin, gule li wan tên reşandin. Ewil birayê min ê li ser pişta hestir ji pişta xwe ve birîndar dibe. Gule li pişta wî dikeve di singê wî re derdikeve.”

Ekîcî bal kişand ser rewşa birayê xwe û şivanê birîndar bû û wiha hirsa xwe anî ziman: “Birayê min û şivan Şendol ên birîndar bûn, bi saetan li erdê dimînin. Eskerên li herêmê, bi tu awayî bi wan ve naçin. Eskeran ji bo kuştinê gule berdan birayê min û Şahab. Piştî ku xizmên me telefonê me kirin, agahiya me ji bûyerê çêbû. Em çûn herêmê. Me dît ku du hespên me kuştine. Birayê min û Şahap jî li kêleka hespan rawestiya bûn. Me birîndarên xwe, li ser pişta xwe rakirin nexweşxaneyekê Herêma Federe ya Kurdistanê. Birayê min hîna jî li wê derê tê dermankirin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv