Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Emîne Şenyaşar û kurê wê bi kotekî hatin destgîrkirin

Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît ku ev 73 roj in li di nobetê de ne ji hêla polîsên Tirk ve bi kotekî hatin destgîrkirin.

Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ev 73 roj in li ber avahiya dadê ya Rihayê di nobetê de ne ji hêla polîsên Tirk ve bi kotekî hatin destgîrkirin.

 

Emîne Şenyaşar di çalakiyê de axivî û got, ”Ên ku li bara vê komkujiyê bêdeng mane helbet rojekê wê berdêla vê bidin .Polîs me ji avahiya dadê derdixin. Hemû qeydên me bi hevkarî têne veşartin. Zarokên min bi zanebûn hatin kuştin. Li kûderê hatiye dîtin ku mirov li nexweşxaneyan hatine kuştin. Bila kes nebe hevkarê vê komkujiyê. Em dixwazin ku dad bi cih were.”

Ferît Şenyaşar jî komkujiya wekîlê AKP’yî û xizmên wî ya li ser malbata xwe bi bîr xist, got komkuji diyar in, dîmenên kamerayên nexweşxanê bi bîr xist û got, ”Serdozgeriya Komarê ya Rihayê niha bi nixumandina ser dosyayê sûc dike. Heta ku dadmendî bi cihf neyê em ê ji vir neçin. Me her tişt daye ber çavan. Heta dadmendî bi cih bibe em ê li vir bin.”

Piştî çalakiyê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît ji hêla polîsan ve bi kotekî hatin destgîrkirin.

Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî vîdeoyek par ve kir û wiha got: ”Dema nobeta me dadmeniyê dom dikir diyar min û ez bi rengekî dij hiqûqî destgîr kirin. Bi zorê em li wesayita ekîbê ya li ber edliyê siwar kirin û bi vî rengî me didin sekinandin. Me ne zilm lê dad xwest. Dad ku layiqî me dibînin ev e?”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv