Berdevkê Artêşa Iraqê ragihand ku hêzên Emerîkayê dest bi vekişîna ji Iraqê kirin.
Berdevkê Artêşa Iraqê Yehya Resûl, bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku hêzên leşkerî yên Emerîkayê dest bi vekişîna ji welat kiriye.
Resûl destnîşan kir ku pêvajoya vekişînê wê heya 31’ê Kanûnê temam bibe.
Pêvajoya vekişînê wê li gorî plana hêzên Koalîsyona Navneteweyî û Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên girêdayî Wezareta Parastinê ya Iraqê de pêk bê.