Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Di salvegera peymana 9’ê Cotmehê de 20 ciwanên din tevlî Asayîşa Êzidxanê bûn

 

Tevlîbûna ciwanên Êzidî ya di ji bo Asayîşê dewam dike, di yekemîn salvegera peymana 9’ê Cotmehê de 20 ciwanên din perwerdeya xwe bi dawî kirin û tevlî Asayîşa Êzidxanê bûn. Di merasîmê de hate gotin tevlîbûna ciwanan ya ji bo asayîşê, bersiva herî xurte, ji bo kesên dixwazin Asayîşa Êzidxanê ji holê rakin.

Beriya niha salekê di 9’ê Cotmeha 2020’an de Hikumeta Bexda û Hewlêrê dijî Şengalê peymanek îmzekirin. Li gorî peymanê divê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, Asayîşa Êzidxanê û saziyên din ên girêdayî rêveberiya xweser werin tasfiyekirin.

Weke bersivek ji bo peymana 9’ê Cotmehê, 20 ciwanên Êzidî li Akademiya Şehîd Selam ya dewreya Şehîd Pîr Xidir, perwerdeya xwe qedandin. Ciwanan di nava 45 rojan de dersên li ser parastina civakê, dîroka Êziditiyê û gelek mijarên din dîtin. Dewreya perwerdeyê duh bi merasîmek leşkerî dawî bû.

Di merasîma piştî deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê hemû şehîdan destpêkirî de, ji berpirsên Asayîşa Êzidxanê Hecî Şengalî axivî.

Hecî destpêkê balkêşa ser peymana 9’ê Cotmehê û wiha peyivî; “Salek bi ser peymana 9’ê Cotmehê re derbaz dibe, bi peymanê dixwestin civaka me bê îrade bihêlin, xwestin rêveberiya me, parastina me ji holê rakin. Lê berxwedana dayîkan hêja bû, gelê me bi pêşengiya dayîkan li ber xwe dan û li hemberî vê pîlanê rabûn ser xwe. Berxwedanê pîlanan têkbir û gelê me hêza xwe da diyarkirin. Xwestin Asayîşa me ji holê rakin, lê dîsan gel xwedî li asayîşa xwe derket û pîlanên wan têkbir. Emê dev ji têkoşîna xwe bernedin, bi rêxistinbûn û yekîtiya xwe emê bersiva hemû êrişan bidin.”

Hecî Şengalî di dewamê de behsa perwerdeya ciwanan kir û got; “Dewreya Perwerdeyê ya bi navê Şehîd Pîr Xidir, em li tevahiya gelê xwe pîroz dikin. Şehîd Pîr Xidir li nexweşxaneya Sikêniyê di encama êrişa dewleta Tirk de, bi rêhevalên xwe re  şehîd bibû. Em di şexsê Pîr Xidir de tevahî şehîdên fermana 74’an bi bîrtînin û bejna xwe li ber bîranînên wan di tewînin. Ev dewre ji bo kesên dixwazin asayîşê tine bikin, bersiveke. Em bi gefan dev ji doza xwe bernadin, emê heya dawî civaka xwe biparêzin. Bi saya we ciwanan îro dayîk û xwişkên me di aramiyê de dijîn, li ser piyanin û Şengal arame. Bi saya Asayîşa Êzidxanê bi hezaran malbatên me ên ji ber DAIŞ’ê koçber bibûn, vegeriyan ser axa xwe ya pîroz.”

Şengalî herî dawî jî got; “Bila dijmin baş bizane, ewê nikaribin soza me dayî şehîdan vale derbixin, dijmin fermanê de hertişt ji me bir, lê nekarî îradeya me bigre. Divê hemû ciwan piştî perwerdeyê berpirsyartiya xwe rabin. Her ciwan ji bo parastina civaka xwe bibe milîtanek, pêwîste em gelê xwe biparêzin. Tolhildana dayîk û xwişkên me erka meye. Çawa me peymana 9’ê Cotmehê têkbir, emê wisa jî Êzidxanek xweser bi ruhê Zerdeşt û Zekiyan ava bikin.”

Piştî axaftinê, endamên nû yên Asayîşa Êzidxanê bawernameyên xwe girtin û merasîm bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ bi dawî bû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv