DEWLETA ALMAN PROTESTO KIRIN
“DEV JI SIYASETA KRÎMÎNALÎZEKIRINA KURDAN BERDE”
Hefteya ku Wezîrê Karê Derve yê dewleta Tirk Mevlûd Çavuşoglu li Berlînê bû, dewleta Alman êriş bir ser Kurdan.
Piştî hevdîtinên di navbera Berlîn û Enqerê de dewleta Alman li gel hunermendê Kurd Mazlûm Dora, siyasetmedarên Kurd Abdullah Ocalan û Mîrza Bîlen girtin.
Ev êrişkariya dewleta Almanya li bajarê Heîlbornnoyê ji aliyê Kurdistaniyan ve hat protestokirin.
Di çalakiyê de hat diyarkirin ku tundiya dewleta Alman ya li ser Kurda ferz dike bi tu awayî nayê qebûl kirin.
Kesên beşdarî çalakiyê bûn, bang li dewleta Alman kirin ku dev ji vê siyaseta xwe ya Krîmînalîsekirina Kurdan berde.