Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Heyetek bi paye ya DYA’yê li Rojava bi Rêveberiya Xweser, QSD û MSD’ê re rûnişt

 

HEYETEK BI PAYE YA DYA’YÊ ÇÛ ROJAVA
HEYET BI RÊVEBERIYA XWESER, QSD Û MSD’Ê RE RÛNIŞT

Rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li ser malpera xwe ya fermî ragihand, ku heyetek ji rayedarên bi paye serdana Bakurê Sûrî kiriye.

Piştî ku Co Baydin weke Serokê Amerîkayê hat hilbijartin, cara pêşî ye heyetek diçe Rojava.

Di nav heyetê de Nûnerê Wezareta Karê Derve, Nûnera Teybet a ji bo Suriyeyê û Cîgirê Heyeta ji bo Suriyeyê cih girtin.

Heyeta Amerîkî bi Rêveberiya Xwesser, Meclîsa Sûriya Demokratîk, QSD û Meclîsa Sivîl a Reqayê re hevdîtin kir.

Cîgirê Hevserokên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Bedran Çiya Kurd têkildarî naveroka hevdîtinan ji ANHAyê re axivî, weke serdaneke pir girîng nirxand.

Û ev agahî dan:

Heyetê teqez kiriye, ku ew ê di şerê li dijî terorê de piştgiriyê bidin rêveberiya xweser û QSDê.

Her wiha wê piştgiriya aborî, mirovî û aramiya li herêmê bikin.

Di hevdîtinan de heyetê ragihandî ye, ku wê piştgiriya siyasî jî bidin rêveberiya xweser.

Bedran Çiya Kurd her wiha diyar kir, ku wan ji heyetê re rewşa dawî ya li Efrînê, sûcên dewleta Tirk vegotiye û wiha got:

Me xwest sînorek ji van sûcan re bê danîn.

Di hevdîtinan de qutkirina avê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve jî hatiye rojevê û rêveberiya xweser xwestiye Amerîka di vî warî de bi erka xwe rabe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv