KURD ROJBÛNA RÊBER APO PÎROZ DIKIN
BI PÊŞENGIYA JIN Û CIWANAN PÎROZBAHÎ DEWAM DIKIN
Bi minasebeta 4ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo, pîrozbahî û çalakiyên bi pêşengiya ciwan û jinên ciwan li Kurdistan û gelek deverên cîhanê dewam dikin.
Pîrozbahî li gelek deverên Stenbolê bi coş û moralek mezin hatin lidarxistin.
Ciwanên welatparêz li navça Stenbol Kuçukçekmeceyê pîrozbahiyek çêkir.
Ciwanan destnîşan kir ku ew jiyaneke bêyî Rêber Apo qebûl nakin û ev peyam dan:
Ji bo azadiya Rêbertiyê em ê li her qadê têkoşîna xwe bidomînin.
Li Ewrûpayê jî pîrozbahî dewam dikin.
Li bajarên Almanya Dûîsbûrg û Munsterê bi pêşengiya meclisên jinan çalakî pêk hat.
Endamên Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel a Dûîsbûrgê li pêşiya Formê şahiyek lidar xist.
Li ser navê meclîsê Rehşan Yildirim pîroz kir û got:
“Em vê rojê weke rojbûna jinê û gelê Kurd dibînin.”
Di çalakiyê de ji bo azadiya Rêber Apo îmze hatin komkirin û wêneyên wî bi qurnefîlan li jinan belav kirin.
Meclîsa Jinan a Şehîd Şîlan jî li Munster rojbûna Rêber Apo pîroz kir.
Çalakî li pêşiya Munster HBF’ê hate lidarxistin.
Li ser navê meclîsê axaftin hatin kirin û gul li gel hatin belavkirin.