Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hewldana dewleta tirk a dagirkirina gundê Seyda yê Eyn Îsayê têk çû 08.04.2021

 

LI SER EYN ÎSA ÊRIŞÊN DAGIRKERIYA TIRK
HEWLDANA DAGIRKIRINA GUNDÊ SEYDA TÊK ÇÛ

Li Eyn Îsa artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe didomînin.

Dagirkeran hewl dan gundê Seyda yê Eyn Îsa dagir bikin.

Şervanên QSD’ê di cih de bersiv dan vê hewldanê û derb li wesaîteke leşkerî xistin.

Şerê li herêmê demeke dirêj dewam kir û hewldana dagirkeran neçû serî.

LI SER EYN ÎSA ÊRIŞÊN DAGIRKERIYA TIRK
BI GIRÊDANA 5 BAREHAN HEWL DIDE DOR LI EYN ÎSA BIGIRE

Li aliyê din dewleta Tirk hewl dide dagirkeriya xwe li gundewarên Eyn Îsa mayînde bike.

Ji roja herêm dagir kiriye heta niha, dewleta tirk li hemberî gundên Xalîdiyê, Mielek, El Mişêrfê û Seyda yên li ser rêya m4 5 baregehên leşkerî ava kirine.

Niha jî hewl dide her 5 baregehan biheve girê bide.

Ajansa Nûçeyan a Hawarê ev livûtevgera artêşa dagirker şopand.

Li gorî nûçeyê artêşa dagirker bi dirêjahiya 6 kîlometro bendên axê danîne hemberî rêya m4.

Hat ragihandin, ku armanc ji vê yekê dorgirtina li Eyn Îsa ye.

Heta niha ji van baregehan gelek êriş li dijî şêniyên Eyn Îsa pêk hatine.

Dagirkeran bi êrişên xwe 11 sivîl kuştine û zêdetirî 20 sivîl jî birîndar kirine.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv