KUJER Û TECAWIZKARÊ ESRARKÊŞ
HEMÛ DOSTÊN SULEYMAN SOYLU DERDIKEVIN
Doh dîmenekî li ser hesabên tevna civakî hatibu belavkirn..
Di nava erebeyeke luks de, ciwanek kokaînê bikar tîne..
Paşê eşkere bû ku kesê mijara gotinê Kurşat Ayvatoglu yek ji şêwermendên rayedarên AKP’ê ye…
Û ji wêneyên wê yên hatine parvekirin derket holê ku ev kes xwedî jiyaneke pir dewlemend e..
Xuyaye ku ev kes herî zêde hêza xwe ji Erdogan û bi taybet jî ji Suleyman Soylu digre..
Lewma demên dawî her çi kesê kujer, êrişkar, diz û tecwazikar hemû xwe weke dostên Soylu dibînin..
Li hemberî dîmenên AKP’yî yê kokaînkêş li ser tevna civakî bi navê zarokên-AKP’ê kampanya nerazîbûnan hat destpêkirin..
Bi hezaran kesên beşdarî kampanya Haştagê bûn, nerazîbûnên tûnd nîşanî AKP û sextekariya wê dan..