Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KJK: Heta azadiya Rêber Apo em bi rihê Newrozê têbikoşin 26.03.2021

 

KOMALÊN JINÊN KURDISTANÊ
HETA AZADIYA RÊBER APO EM BI RIHÊ NEWROZÊ TÊBIKOŞIN

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê têkildarî tecrîdkirina Rêber Apo, encama pîrozbahiyên Newrozê û vekişîna Tirkiyê ji peymana tenbolê daxuyaniyek da..

Koordînasyonê xwedîderketina gelê Kurd a bi coşê li Newrozê silav kir û wiha got:

Tevî êrişên giran ên faşîzmê jî gelê me li qadan li gorî wateya rihê Newrozê biryardariya xwe a azadiyê careke din nîşan da.

Gelê Kurd di pîrozbahiyan de li Rêber Apo, şehîdan, nirxên têkoşînê û îradeya xwe a siyasî xwedî derket. Peyam da ku ew ê ti hêz nikaribe li hemberî têkoşîna azadiyê encamê bidest bixe.

Di serî de Amed, Wan, Cizîra Botan û Qendîlê, gelê Kurd û bi taybet jin li çar aliyên Kurdistanê peyama serkeftinê da.

Koordînasyonê bal kişand ser rewşa kirîtîk a li girava Îmraliyê û wiha dewam kir:

Rêjîma faşîst, bi kuştin, girtin, tecrîd û êşkenceyê dest dirêjî rûmeta gelê Kurd dike. Di vî warî de jî herî zêde Rêber Apo dike armanca êrişên xwe. Bi van êrişan li ser gelê Kurd ferz dikin da ku dest ji têkoşîna xwe a azadiyê berde.

Li hemberî vê yekê em jî weke gel û tevger, heta perçekirina pergala êşkenceya li Îmraliyê, lazime bi rihê Newrozê û bê navber liberxwe bidin.

Di vê pêvajoya dîrokî de nabe ku ti Kurd li derveyî têkoşînê bimîne. Ji bilî azadkirina Rêber Apo, ti rêyeke din li pêşiya me tine ye. Di serî jin erka pêşengiya vê pêvajoyê dikeve ser milê her kesî.

VEKIŞÎNA JI PEYMANA STENBOLÊ
KJK: BIRYAR JI ÊRIŞÊN LI HEMBERÎ TEVGERA AZADIYÊ NE SERBIXWE YE

Koordînasyona KJK’ê têkildarî biryara Erdogan a vekişîna ji Peymana Stenbolê jî ev nirxandin kir:

Dewleta çete a Erdogan û Bahçelî di her warê jiyanê de dixwaze îradeya jinan bixe bin kontrol xwe. Ji xwe di bin siya vê rêjîma faşîst de her cûreyên êrişan li hemberî jinê têne kirin.

Bi vekişîna ji peymana Stenbolê, rêjîmê eşkere şer li hemberî îradeya jina azad ragihand.

Bê goman ev biryar, ji tecrîdkirina Rêber Apo û êrişên li dijî tevgera azadiyê ne serbixwe ye. Ew berdewamiya plana tinekirinê ye. Armanca wan ew e ku dînamîkên têkoşînê yên herî bi bandor ji holê rakin.

Li hemberî vê em weke tevgera azadiya jina Kurd bi biryar in ku em ê ti carî rê nedin hewldanên binpêkirina îradeya jinê.

Ji bo têkoşîna me biserkeve jî şerte ku jin li her qadê xwe birêxistin bikin û tevahiya civakê ji zilma faşîzma Erdogan û Bahçelî rizgar bikin.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv