“HETA AZADIYÊ WÊ BERXWEDAN BIDOME”
KONGREYA STAR’Ê LI DIJÎ ÊRIŞAN, LI BER MALA RÊBER APO LÊ MAYÎ PEYAM DA
Rêber Apo di sala 1979’an de dema ji bakurê Kurdistanê derbasî Rojava bû li wir li gundê Elpelorê Kobanê ma.
Dewleta tirk a dagirker 15 nîsanê bi şev bi balafirên bêpîlot bombe bi ser vê malê de barand.
Li dijî vê êrişa bê exlaq Kongra Starê li ber wê malê ‘Konê Parastinê’ veda.
Endamên Kongrê destnîşan kirin ku êrişa hatiye kirin li dijî destketiyên Şoreşa Rojava ye:
Ji endamên Kongra Star Sorxîn Simî got:
‘Emê li dijî êrişan xwedî li hebûn û azadiya xwe derkevin:
Çalakî wê heta 21’ê nîsanê dewam bike û her rojê wê 4 endamên Kongra Star nobetê bi rê ve bibin.’