“DEM HATIYE JI OCALAN RE AZADΔ
CLARE BAKER: KAMPANYA “JI OCALAN RE AZADΔ LI AMERÎKAYA BAKUR JÎ BELAV DIBE
Ajansa Nûçeyan a Hawarê bi sendîkavan Clare Baker re li ser Kampanyaya Ocalan Azad Bikin, hevpeyvîn çêkiriye.
Clare Baker nûnera sendîkaya “Unite The Union” e û pêşenga desteka Kongreya Sendîkayên Brîtanî ya ji bo Kampanyaya “Ji Ocalan re azadî” ye.
Sendîkavan Clare Baker destnîşan kir ku ev kampanya bi çalakiyên cuda ji sala 2016’an ve dewam dike û got:
Ev 5 sal e ev kampanya li dar e û bi giranî li Brîtanyayê bi rê ve diçe.
Lê êdî em peywendiyan datînin û kampanyayê berfireh dikin.
Em hewl didin sendîka û yekitiyên karker û bazirganiyê yên Ewrûpayê giştî tevli bikin.
Par ji Îtalya, Spanya, Îzlanda û Fransayê tevlêbûn çêbû.
Em hewl didin ku hemleyê li derveyî Brîtanyayê jî belav bikin, ne tenê li Ewropayê lê belê li Amerîkaya bakur û Kanadayê jî.
Clare Baker der barê tecrîda li Îmraliyê jî ev nirxandin kirin:
Tecrîd helwesta berfireh a dewleta Tirk nîşan dide, ne tenê li beramberî Kurdan lê belê li hemberî hemû dijberên wê.
Ew tecrîd li dijî gelê Kurd ê li Tirkiyê û li derveyî sînorê wê ye.
Tecrîd dibe hewldana bêdengkirina her dengê li dijî siyaseta Erdogan bidilind dibe.
Tişta herî xirab bêdengiya navneteweyî ya li hemberî tecrîdê ye.
Divê tecrîc bi destekdayîna navneteweyî bi dawî bibe.
Sendîkavan Clare Baker der barê Şoreşa Rojava û êrişên li ser wê jî ev tişt gotin:
Helbet, Rojava di nava dijminan de ye.
Ji ber ku xeterê li ser Erdogan çêdike, nexasim ji ber ku ew azadî, wekhevî û rizgarkirina jinan temsîl dike.
Ev hemû berovajî baweriyên dewleta Tirk e.
Li Rojava civakeke nû derdikeve, divê ew kes wê civakê biparêzin, ji ber ku gelek xetere li ser hene û pêwîst e yên li Brîtanya û Yekitiya Ewropayê dijîn, parastina wê bikin.
Wê şerekî zehmet be heta ku em berdewamiya Rojava misoger dikin.
Em ê her tim li kêleka Rojava bin û piştgiriyê bibinê.