Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Komxebata navnetewî ya ziman bi encamnameyeke bi dawî bû

 

LI KOYE KOMXEBATA NAVNETEWEYÎ YA ZIMAN
KOMXEBATA NAVNETEWÎ YA ZIMAN BI ENCAMNAMEYEKÊ BI DAWÎ BÛ

Bi boneya 21’ê Sibatê Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê komxebatek hate organîze kirin.

Komxebata navnetewî ya li Zaningeha Koyê di saetên êvarê de bi ragihandina encamnameyê bi dawî bû.

Di konferansê de weke encamnameyek ev pêşniyaz hatin kirin:

Divê hikûmeta Herêma Kurdistan û saziyên peywendîdar ji bo parastin û pêşxistina zimanê Kurdî xwedî siyaset û pilan bin.

Divê nûnerên Kurdan li Bexdayê di xebatên xwe de pirsgirêkên li pêşiya zimanê Kurdî derbixin pêş û ji bo çareseriya wan bixebitin.

Divê Hikûmeta Herêma Kurdistan û saziyên peywendîdar ji bo nêzîkirina diyalektîkên cûda yên Kurdî li ser asta her çar aliyên Kurdistanê bixebitin.

Divê hikûmeta Herêmê hewl bide da ku zimanê Kurdî li kolejên zanistî jî were bikaranin.

Divê dewildan ji bo parastin û pêşxistina hemû zaravayên zimanê Kurdî bê kirin.

Li zanîngehên Başûr divê vegirtina xwendekarên ji çar beşên Kurdistanê pêk were..

Li ser asta navneteweyî hewildan werin kirin daku qedexeya li ser zimanê Kurdî were rakirin.

Pêwîste wezareta rewşenbîrî siyaseta xwe ya ji bo rewşa zimanî Kurdî, ragihandin û perwerdê di ber çavan re derbas bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv