Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hêlîn Cûdî: ‘2022’ê jî bibe saleke têkoşînê ya xurt’

 

2022’Ê JÎ BIBE SALEKE TEKOŞÎNÊ YA XURT
HÊLÎN CÛDÎ / POLÎTÎKA AZAD

Di salvegera 23’yan a komploya navnetewî de protestoyên komployê yên gelê Kurd û dostên xwe, gelekî berfireh û bi bandor pêk hatin. Li Bakur, Rojava, Ewrûpa, Başûr, Rojhilat, Kanada, Avûstralya, Rûsya û her cîhekî ku Kurd lê ne, gelê Kurd û dostên xwe, komplo bi rengekî xurt şermezar kirin. Ev protesto nîşan didin ku wê di sala 24’an a komployê de, tekoşîna azadiya Rêber APO gelekî xurt were meşandin.

Pêkanîna civînên Komîteya Navendî ya PKK’ê û Konseya Rêveber a KCK’ê û ragihandina vê salê ya weke sala azadiya Rêber APO, nîşan da ku wê sala 2022 jî bibe saleke tekoşînê ya xurt. Ew moral û motîvasyona ku van civînan di nav gelê Kurd de afirandiye, hişt ku protestoyên komployê jî xurt bin…

Rêberê Gelê Kurd ev 23 sal in dîl hatiye girtin. Em dikarin bi rehetî bibêjin, ew ên ku ev komplo û dîlbûna 23 salan derxistine zanebûnê, dikarin tekoşîna azadiyê ya gelê Kurd rast bimeşînin û serkeftî bibin…

Xelkê ku herî ji nêz ve Rêber APO nas kir, xelkê Rojava ye. Rêber APO 20 salên xwe di nava kal, ciwan, jin û zarokên wan de jiyan kir. Rêber APO rihê welatparêziya xwe, hezkirina xwe ya mirovan û girêdana xwe ya nirxan, daye wan jî. Xelkê Rojava xelkeke ku Rêbertî dîtiye… Ji ber vê sedemê di salvegera 23’an a komployê û di sala azadiya Rêber APO de, pîr, zarok, jin û ciwan, bi tevahî rabûne ser xwe.

Gelê me yê Ewrûpa jî weke Rojava, ji perwerdeya Rêber APO derbas bûne. Dema ku komplo pêk hat, tevahî rabûn ser xwe. Di pêvajoya komployê de qet nerûniştin. Di salvegera 23’yan a komployê de jî, dilsoziya xwe ya xurt a bi Rêber APO re nîşan da.

Xelkê Bakurê Kurdistanê jî dema komplo pêk hat, tekoşîna herî zehmet meşand. Di salvegera 23’yan a komployê de, tevî hemû zextan jî, xwedî li Rêber APO derket, komplo protesto kir, bersiveke herî bi bandor da dagirkerên qirker ên li Îmraliyê li ser Rêber APO şerê psîkolojîk, taybet û zextê dimeşînin.

Gelê Kurd ê li Başûrê Kurdistan, Rojhilat û li her cihekî cîhanê, xwedî li Rêbertiya xwe yê 23 sal in dîl hatiye girtin, derketin. Lê hin partiyên Kurd li dijî dîlbûna Rêber APO dernakevin û ji bo azadiya wî tekoşînê nakin.

Bêguman hin partî û hêzên Kurd xwedî li Rêber APO derdikevin û tevlî tekoşîna azadiya fizîkî ya Rêber APO dibin. Lê di serî de PDK, dij derneketina tecrîda li Îmraliyê û nexwestina azadiya wî ya hin partiyan, nayê qebûl kirin. Ji vî alî ve divê ev partî jî xwedî li Rêber APO derkevin û tevlî tekoşîna azadiya fizîkî ya Rêber APO bibin. Bendewariya gelê Kurd jî û dostên xwe jî ji van partiyên siyasî yên Kurd ev e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv