Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Komîteya TEV-Çand’ê ya PKK’ê: Şehîd Sefkan kesayetekî bijarte yê milîtan û şoreşger ê PKK’ê bû

 

KOMÎTEYA TEV-ÇANDÊ YA PKK’Ê:
ŞEHÎD SEFKAN KESAYETEKÎ BIJARTE YÊ MILÎTAN Û ŞOREŞGER Ê PKK’Ê BÛ

Bi wesîleya salvegera 36’an a şehadeta Hozan Sefkan Komîteya Çand û Hunerê ya PKK’ê daxuyaniyek weşand..

Komîteyê bi bîr xist ku Hozan Sefkan kesayetekî bijarte yê milîtan û şoreşgerê PKK’ê bû û wiha got.

Rêber Apo hertim dibêje, hunermend şervanê gelê xwe ye, şervan jî hunermendê gelê xwe ye.

Hozan Sefkan li gor vê heqîqetê tevgeriya û li devera pêwîst bû hunera xwe bi afirînerî pek anî.

Wî bi mûzîka xwe hunera şoreşê pêş xist.

Ne tenê hunermend, ew di heman demê de şervanek bû.

Dema pêwîst bû ji bo azadiya gelê xwe şer kir, di şert û mercên herî dijwar de gerîlatî û şoreşgerî kir.

Komîteya Çand û Huner ya PKK’ê destnîşan kir ku Hozan Sefkan li Ewropayê û li Rojhilata Navîn wekî şoreşgerekî xebat kir.

Zarokên Kurd bi coşa dengê Hozan Sefkan li çar aliyên Kurdistanê bûn berxwedêrên li dijî dagirkeran.

Di vê dema ku dijmîn li dijî gelê Kurd di êrişeke topyekûn de ye, divê hunermend hemû di xeta şehîd Sefkan û Mizgîn de cih bigirin.

Bi sekneke wisa em karin bibin bersiva şehîdên xwe, li mîrate û bîranînên wan xwedî derkevin.

Komîteya Çand û Huner a PKK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de Hozan Sefkan bi bîr anî û got,

Heta serketinê em soz didin ku em ê li hêviyên wan ên azadiyê xwedî derkevin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv